Rêxistina Çavdêriyê ya Mafê Mirovan (Human Rights Watch / HRW) derbarê îxlalên girseyî yên li dijî sivîlên li rojhilatê Tirkiyeyê de hukimet destûr nade ku lêpirsîn û lêkolînkirina bêalî were kirin.
Di daxuyaniya rêxistinê ya îro de hat xwestin ku demildest destûr li NYê were dayîn ku îxlalên li Cizîrê were lêkolînkirin û divê qanûn were guhertin û destûr were dayîn ku sûcdarên wan bûyeran jî werin dadkirin.
Di wê daxuyaniyê de wiha hat gotin:
‘Di wan îdiayên îxlalkirinan de înfazkirina welatiyên sivîl, destdanîna ser mal û milkê gel û bi awayekî girseyî derxistin û hilweşandin tehrîbata bêhiqûqî jî hene.’
‘Ji bo lêkolînkirinê destûr nayê dayîn’
Di dazxuyaniyê de hat gotin ku di çarçoveya operasyonên ji Tebaxa 2015an vir ve de li 22 bajêran derketina derve hate qedexdekirin û qedexe bi şev û rojan dom kir û ji ber vê parfêzer, rojnameger û saziyên sivîl ji ber qedexeyan nekarîne ku derbarê îxlalên li wan deran tê kirin de lêkolînan bikin û wiha hat gotin:
‘Her çiqas ku li herêmê operasyon bi dawî bûne jî destûr ji HRW, Rêxistina Bexişiyê ya Navneteweyî (Amnesty International), Bijîşkên Mafparêz (Physicians for Human Rights) re destûr nayê dayîn ku biçin herêmê û îxlalan tespit bikin.’
Gumana serlêgirtin
Di wê daxuyaniya HRWê de bal hat kişandin ser gotinê lêkolînerê li Tirkiyeyê Emma Sinclair-Webbê û wiha hat gotin:
‘Hukimeta Tirkiyeyê gelek deverên li herêmê dorpêç kirine û ev yek jî dibe sedema gumana serlêgirtinê.’
‘Tê gotin ku gelek welatiyên sivîl ku li jêrzêmînan asê mabûn û di nav wan de gelek zarok jî hebûn her çiqas desten wan de alên spî jî hebûn ji hela hêzên dewletê ve hatibine kuştin. Agahiyên ku şahidên bûyerê ragihandine jî bi wî rengî ye. Divê heta niha bertekên mezin li hemberî vê yekê bihata nîşandan.’
Kuştin
Di daxuyaniya HRWê de wiha hat gotin:
*Lîsteya kuştinan ku ji hêla parêzerên li Cizîrê hatiye amadekirin gihiştiye destê HRWê. Li gorî vê lîsteyê di navbera 14ê Kanûnê-11ê Sibatê de li Cizîrê 66 welatiyên sivîl ku 11 ji wan zarok in bi çekan û di encama teqîna topên hewanan hatine kuştin.
‘HRWê bi şahidên bûyerê û mexdûran bi xwe re hevdîtinan pêk anîn û wan jî gotin ku bi ser welatiyên ku desten wan de alên spî hebûn jî gule hatiye reşandin. Agahiyên bidestketî jî piştrast dikin ku 130 welatiyên ku xwe spartine 3 jêrzemînan û li wir asê mane û ji hela hêzên dewletê ve hatine kuştin.’
Astengkirin
*”Di meha Nîsanê de hevdîtina HRWyê ya bi malbatên mexdûr û şahidên bûyerê re ji hela polêsan ve hatibû astengkirin. Lê beriya wê de HRWê wê firsendê dîtibû ku kuştina 8 welatiyên sivîl û bi awayekî berfireh lêkolîn bike.’
Mal û Milk hati tehrîbkirin
‘HRWê bi belgeyan tespit kiriye ku li Cizîrê mal û milken welatiyan bi awayekî bihiqûqî tên tehrîbkirin.’
Înfaz
‘Di destpêka meha Sibatê de li taxên Cûdî û Sûrê yên Cizîrê 130 welatiyên ku xwe spartibûn jêrzemînan hatine kuştin û divê derbarê wê yekê de lêpirsîneke zelal û berfireh were kirin.’
(YY/YO)