Ji bo nûçeya Tirkî
Rêxistina HDPê ya Stenbolê bi munasebeta meha Remezanê xwarina fitarê belav kir û Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş jî beşdarê wê bernameyê bû.
Selahattîn Demirtaş di bernemayê de axivî û gotinên Altan Tan rexne kir û got: ‘Em bi xwe li durêyanê nîn in. Kesê ku rêya xwe winda kiriye dê rêyeke din ji xwe re bîbine.’
Altan Tan roja yekşema borî di hevpeyvîneke xwe ya Haberturkê de gotibû ku eger aliyên muhafazakar di rêveberiya HDPê de zêdetir cih bigirin ti hewceya durêyaneyê nîn e û wiha gotibû: ‘Lêbelê eger ev stratejiya şer berdewam bike, helwest û feraseta çepgirî, sosyalîst û sekulerê bidome, dibe ku hîn fraksiyonên din jî derkevin holê.’
Demirtaş nav ne da lê gotinên Altan Tan rexne kir û wiha got: ‘Bêwijdanî ye mirov bibêje nûneritiya Kurdên misilman li HDPê nîne. Nûnerê herî bilind ên Kurdên misilman ez im. Em bi cudabûnên xwe bihev re ne û hêza me jî ji vê derê tê.’
‘Em ne partiyeke olperest in. Bêguman partiyên olperest hene. Yên nijadperest jî hene. Kî dixwaze bila biçe li wir siyasetê bike.’
‘Em ê nûnertiya hemû cudabûnan, parastina maf û hiqûqa wan bidomînin. Ji xwe ji ber vê yekê em HDP ne. Ji ber ku em li dijî helwesta yekperestiyê têkoşînê dikin em HDP ne. Ferqa me ev e. Eger em vê yekê ji dest bixin, em ê ji HDPbûnê dûrbikevin.’
‘Kesê ku rêya xwe winda kiriye dê rêyeke din ji xwe re bîbine’
Demirtaş wiha got: ‘Kesên ku dibêjin siyaseta Kurdan li durêyanekê ye, bila li qisûrê mezê nekin. Ew bixwe li durêyanekê ye. Xeta me diyar e. Me 7ê Hezîrnê û 1ê Mijdarê bo gel çi gotibe em ev in. Kesên ku rêya we winda kirine dê rêyeke din ji xwe re bîbine.’
‘Di vê serdema zor û zehmet de ku li dijî partiya me ev qas êriş tê kirin, bo me yekîtî pêwist e.’
‘Em ne partiyeke bêqisûr in. Divê partiya me jî were rexnekirin. Lêbelê ev yek divê di çarçoveya rê û rêbazên mekanîzmaya rexnekirinê de pêk were. Tevgerîna li dijî vê yekê him li gorî bernameya partiyê him jî ji hêla exlaqê siyasetê ve çewt e.’
‘Ev partî ji hêla kesan ve na; bi ked û xwêdana gel, bi xwîna hezaran ciwanan ve hatiye avakirin.’
(EKN/YO)