Ji bo nûçeya Tirkî
Parlamentera Edeneyê ya HDPê Meral Daniş Beştaşê ragihand ku ji bo betalkirina qanûna rakirina parêzbendiyan, dikin serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME)yê bidin.
Meral Daniş Beştaş li meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û got ku wan ji bo betalkirina wê qanûnê serî li DMê dane û piştî biryara dadgehê bê dayîn eger pêwist be bi awayekî ferdî dê serî li DMMê jî bidin.
Beşdaş derbarê daxuyaniyên Wezîrê Dadê Bekir Bozdag de ku gotibû ew nikarin bi awayekî ferdî serî li dadgehê bikin de got:
‘Wezîrê dadê ji hiqîqê fêm nake. Ji xwe ji daxuyaniyên wî jî diyar ku, tu eleqeya wî bi maf, hiqûq û azadiyê re nîne. Bila wezîrê dadê pêşî qanûnnameyê bixwîne ka serlêdana ferdî çawa pêk tê. Hedê tu kesî nîne ku bêyî hiqûqzaniyê, rabe dirêjî hiqûqnasan bike.’
Nisêbîn
Beştaş derbarê kesên li Nisêbînê teslîm bûbûn de ragihand ku nûçeyên li ser wê bûyerê hatine dezenformekirin û got ku ew kesên di dîmenan de dixwiyên zarok û sivîl in.
Rewşa Penaberan
Beştaş ragihand ku di qanûnameya Tirkiyeyê de derbarê penaberan de tu qanûn nîne, her tişt ji hêla hêzên ewlehiyê ve tên kirin û wiha got: ‘Divê Tirkiye, di warê penaberan de berpirsyariya xwe bîne cih.’
Beştaş diyar kir ku welatiyên sûrî bi erzanî didin xebatê, jinên sûrî neçar tên hiştin ku fihûşê bikin û bi kesên ku temenên wan gelek mezin re ye dizewicînin.’
‘YE jî ji vê berpirsyar e’
‘Krîza penaberan ne pirsgirêkeke wisa ye ku tenê bi peymandanînê were çareserkirin. Ya girîng ew e ku madeyên wî peymanê pêk werin.’
‘Li Tirkiyeyê rewşa navenda penaberan, derfetên jiyan ku dijîn, rewşa zarok û jinan rûreşiya dinyayê ye û Yekîtiya Ewropayê (YE) jî ji vê yekê berpirsyar e.’
(YY/ YO)