Ji ber şewitandina daristanên li Grava Marmarayê du kes hatine girtin
Li Girava Marmarayê agirî girtibû daristanan û piştî 10 sietan hatibû temirandin. Ji ber bûyerê du kes hatine girtin.
![Ji ber şewitandina daristanên li Grava Marmarayê du kes hatine girtin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/211/674/original/marmara_(2).jpg)
Li Girava Marmarayê agirî girtibû daristanan û piştî 10 sietan hatibû temirandin. Ji ber bûyerê du kes hatine girtin.
H.T. û kurê xwe O.T. piştî giyayên hişkbûyî yên bexçeyê xwe kom kirîn agir berdayîyê. Agirî girtiye daristanê û belav bûye. Herdu gumanbaran piştî îfade dayîn ji bo dadgehê hatine şandin.
Ji ber agirî 60 malan bar kiribû. Cihekê qasî 80 hektaran mezin şewitiye.
Piştî şewitandina daristanan bav û kurek hatibûn desteserkirin.
(AÖ/MB)
Çavkanî: AA