Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Dêrsimê cara 19. e ku Mîhrîcana Çand û Xwezayê bi sloganên” Xwedî li bawerî, ziman û çanda Dêrsimê derkeve“ dest pê kiriye.
Li Dêrsimê di Qada Seyyîd Riza de Mîhrîcana Munzurê bi tevlîbûyîna parlementerên Partiya Gelan a Demokratîk(HDP)ê û Partiya Komarê ya Gelî(CHP)ê Serokê Şaredariya Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partîyên siyasî dest pê kiriye.
Maçoglu diyar kiriye ku ev du sal in ji ber şert û mercên ewlehiyê mîhrîcan qedexe bûye.
Mîhrîcan li ser navê her du zarokên ku di teqîna Ovacikê da jiyana xwe ji dest dane ra hatiye atifkirin.
Nûçeya Zarokên ku di teqînê da jiyana xwe ji dest dane bixwîne
Piştî daxuyaniyan, mîhrîcan bi govendê dest pê kiriye. Li navenda bajar û navçeyan mîhrîcana Mûvzûrê dê çar rojan dom bike.
(RT/DB/DD/MB)
*Dîlek Durgunê ev nûçe wergerandiye