Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wekîlê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Garo Paylanî ji wezîrê bajarvanî û derdorê pirsîye ka di çêkirina avahîyên li Daristana Bajarî ya Amedê de çi feydeyên civakê hene.
Daristana Bajarî yek ji mezintirîn daristanên Amedê ye. Di pirsnameya wekîlî de hatiye eşkerekirin ku çêkirina avahiyan birêvebiriyên herêmê eleqedar dike. Lê pirs ji saziyên civakî û birêvebiriyan nehatiye kirin.
Rêxistinên kar û civakê dane zanîn ku divê biryara wezîrîyê bê betalkirin.
Hin ji pirsên wekîlî ev in:
*Gelo çi berjewendiyên civakê di biryara çêkirina avahîyan de heye.
*Gelo raporeka li ser derdorê heye?
*Hemî însiyatîfên herêmî yên Amedê li dijî çêkirina avahîyan e, gelo hûn difikirin ku betal bikin?
(DB/MB)