Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şeva din li behra Egeyê firtone rabûye li aliyê Yewnanîstanê, li bajarê Selanîkê şeş kes mirine. Li bajarê Izmîrê yê Tirkiyeyê du kes mirine.
Li bajarê Izmîrê şeva dî piştî rabûna firtoneyê birûskê li mala Bayram Turkmenê 47 salî daye. Sê zarokên Turkmenî hebûne. Dema birûskê li mala wan dayî keça wî ya 14 salî, Tulîn Turkmen û ew mirine.
Li Balikesîrê jî firtûneyê zerera maddî daye.
Li Yewnanistanê jî bi firtûneyê dar qiriyane û mal herifîne. Şeş kesên di bin dar û keviran de mayîn mirine.
Li Çanakkaleyê dîwar hilweşane.
(AO/MB)
Wêneyê manşetê: AA
Wêneyê nava nûçeyê: ISIG Meclisi / Twitter