Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komek mûzîkjenan ji bo kampanyaya “okyanûsan biparêzin” ya Greenpeaceyê li cemsera(qutb) jor konserek daye.
Dema mûzîkjenan konser dayî hewa li bin sifrê 12 derece bûye. Li gor lêkolînên zanistî ya kêm ji sedî 30ê qeşayê(qerîsekê) dikare bihele û divê bê parastin.
Yek ji wan mûzîsyenên ku li enstrumanên qeşayî daye Terje Isungset bûye. Wî gotiye “heke hûn rêzê li qeşayê negirin ew ê bişkê.”
Greenpeace ji bo balê bikişîne ser cemseran dê salekê li cemsera jor bimîne û zêrevanîyê bike. Du keştîyên Greenpeaceyê yên bi navê Esperanza û Arctic Sunrise li cemsera jor dewr kiriye û tespîd kiriye, okyanûs bi plastîkan hatiye qirêjokirin û bi awayekê ne qanûnî nêçîrvanî tê kirin.
(PT/MB)