Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gor bernameya fermî divî ya 30-31-ê Kanûna Pêşiyê ya 2018ê tiştên li Balafirgeha Ataturkî ji bo Balafirgeha 3. a Stenbolê bihatiya barkirin. Paşê du caran dema barkirinê hat paşdedan, îro bû cara sêyem ku hat paşdedan.
Bixwîne - AVAKIRINA BALAFIRGEHA 3.Hêzên Ewlehiyê 3 karker desteser kirine
Dema barkirinê 1-2yê Adarê bû ew dem hat guhertin, li gor bernameya fermî 5-6ê Nîsanê karê barkirinê dê bê pêkanîn.
Çi bûbû?
13ê Tebaxa 2012ê Dîwana Wezîran biryara çêkirina avahiyan li wî cihê balafirgeh lê hatî avakirin daye.
7ê Hazîrana 2014ê proje hat dest pê kirin.
Di avakirina avahiyê de ya kêm 53 karker mirine.
Bixwîne - Hêzên Ewlehiyê 3 karker desteser kirine
12 Îlonê servîsa karkeran qeza kiribû, 17 karker di qezayê de birîndar bûbûn. 14ê Îlonê karkeran dest bi xwenîşandanê kiribû. Hêzên ewlehiyê di heman rojê de 401 karker desteser kiribûn. 18ê Îlonê dadgeheka Stenbolê biryara girtina 24 karkeran dabû. Karker hçê jî di girtîgehê de ne.
Sendîkaya karkeran a bi navê Inşaat-Işê, 25ê Îlonê daye zanîn ku ji ber şertên xerab 400 karker beşdarî xwenîşandanê bûne. Hêzên ewlehiyê çar ji xwenîşanderan desteser kirine jimara desteserkiriyan bûye 33.
(EKN/MB)