Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meclîsê “Qanûna Derdorê û Guhertinên Di Wê Qanûnê De” weşandiye. Li gor qanûnê piştî 2021ê kîsikên plastîk dê bi pereyan bê dayin, belaşdayina kîsikan(poşetan) dê qedexe be.
Li gor qanûnê, Wezareta Derdor û Bajarvaniyê dê 1ê Kanûna Paşiyê ya 2021ê îlan bike ku êdî kîsik dê bi depozîtoyan bê dayin.
Depozîto şêweyê standina kelûpelan e ku dema tu vegerînî dikarî hemîya pereyê wê an jî qismekê heqê wê bistînî.
Bihayê kîsikan dê ya kêm 25 qirûş be. Ew firoşgehên ku kîsikan belaş didin dê cezayî bidin. Ceza dê li gor mezinahîya firoşgehan be. Serê metre-çargoşeyekê 10 lîre ceza dê bê birîn.
Parastina kûvîyan
Di heman qanûnê de tê diyarkirin ku rêyên di nav jîngeha kûvîyan re diçin divê bêne guhertin. Ji bo rêlibergirtina qezayan divê tabelayên hişyarkirinê bêne bicihkirin ku kûvî li wê derê dijîn.
Da erebe li kûviyan nedin divê sînc li dora rêyan bê çêkirin, ji bo kûvî bi ser rêyan re biborin divê menfes û pirên xwezayî bêne çêkirin.
Ji bo dîtina hemiya qanûnê dikarî vê duvelankê birtikînî.(Bi zimanê tirkî ye)
(PT/MB)