Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Balafirgeha 3. a Stenbolê dê 29ê Çiriya Paşiyê(Mijdar) bê vekirin û Balafirgeha Ataturkî dê 31ê Kanûna Pêşiyê(Berfanbar) bê girtin.
Tiştên li Balafirgeha Ataturkî dê 45 sietan de bê barkirin.
Bixwîne - AVAKIRINA BALAFIRGEHA 3.Hêzên Ewlehiyê 3 karker desteser kirine
Li gor Ajansa Nûçeyan a Demirorenê(DHA) piştî barkirinê balafirên kargoyan, balafirên fermî yên dewletê û balafirên şexsî yên biçûk dê balafirgehê bi kar bînin. Balafirgehê diyar kiriye ku ji bo bi awayekê ewle tiştên li balafirgehê bêne barkirin, seferên balafiran dê bê kêmkirin. Heta 14ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê her roj 35 balafir dê dadin û 35 balafir dê jê bifirin.
Bernameya firiyanê
Balafirgeha sêyem a Stenbolê:
* 31ê Kanûna Pêşiyê(Berfanbar) siet 00.00 dê ji bo dadan û firiyanê amade be.
* 31ê Kanûna Pêşiyê(Berfanbar) Ji siet 03.00ê heta 31 Kanûna Paşiyê siet 14.00ê balafirên rêwî tê de dê nedadin balafirgehê.
* 31ê Kanûna Pêşiyê(Berfanbar) ji siet 14.00ê heta 19.00ê bi tenê dê balafirgehên rêwî tê de yên THYyê dadin û bifirin.
* 31ê Kanûna Pêşiyê(Berfanbar) ji siet 19.00ê heta 00.00ê balafirên(THY, Onur Havayolları, Atlasglobal) dê dadin û bifirin.
(TP/MB)