Ji bo nûçeya tirkî 1, 2 / ingilîzî bitikîne
Şaredariya Bajarê Mezin projeya bi navê “Projeya Qaalîbazan” bi navê “Projeya Veguhestinê ya Meydana Kabataşê” bi nav kiriye û îlan kiriye ku şaredariyê “Projeya Qaalîbazan” betal kiriye.
Bingehê projeyê qediyaye. Şaredariyê diyar nekiriye ka li şûna projeya berê projeyeka nû dê kengê bê çêkirin. Şareariyê du salan ji bo projeya berê kar kiribû.
Daxuyaniya Şaredariyê
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi daxuyaniiyekê daye zanîn ku proje dê bê temam kirin û di demekê nêzîk de dê li ber xizmeta xelkê Stenbolê be.
Mîmarê projeyê Hakan Kiranî ji rojnameya Birgunê re gotiye ku ji bo betalkirina projeyê ji bo wî ti agahî nehatine şandin.
Di projeyê de çi hebû?
Li gor Ajansa Anadolûyê, Bi projeyê dê Kabataş bi ava behrê bê tejîkirin, rêyên tirimbêlan jî dê bê binerdîkirin. Rawestgeha Kabataşê ya keştiyan, xeta finûkûlerê ya di navbera Taksîm û Kabataşê de û xeta metroyan a Mahmutbey-Kabataşê dê bigihin hev.
Li Kabataşê rêya seravî û xetên hêsinî dê bigihin hev, meydana qasî 10 hezar metreyên çargoşe fireh dê ji bo rêwingîyan bê cidakirin. (TP/MB)