Foto: Ajansa Anadolûyê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji bo Hemama Artûklûyê ya dîrokî di binê ava Bendava Ilisûyê de nemîne, ji cihê xwe yê niha hatiye barkirin.
Hemam li navçeya Heskîfê ya Êlihê ye ku ji ber Bendava Ilisûyê wê gelek deverên dîrokî di bin avê de bimînin. Hemama ku li derdora sedsala 12em, ango di serdema Artûklûyan de hatiye çêkirin, ji hêla Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Avê ya Dewletê (DSİ) ve hatiye barkirin.
Giraniya hemamê 1500 ton e û ji bo barkirina wê, wesayiteke taybet a bi navê “SPMT” hatiye bikar anîn. 256 tekerên vê wesayîtê hene û wesayît tenê li Hollandayê peyda dibe.
Cihê ku Hemam bar kirine 3 kîlometre dûrî cihê berê ye ku navê wê Qada Parkê ya Çandî ya Nû ye.
Karûbarê barkirinê saet 05.00ê sibê dest pê kiriye û piştî şeş saetan hemam birine cihê wê yê nû.
Gelek rayedarên dewletê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û rojnameger karê barkirinê şopandine.
Li gorî zanyariyan wê Mizgefta Sultan Suleyman Koçî jî bibin heman cihî ku di sala 1407ê de hatiye çêkirin.
Beriya niha Tirbeya Zeynel Beyî jî hatibû barkirin
Bi heman sedemê 12ê Gulana 2017ê Tirbeya Zeynel Beyî hatibû barkirin. Tirbe 550 sal berê hatiye çêkirin. (HA/FD)
* Wergêr: Gökhan Arpa