Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Almanyayê reaktora ku 33 sal in li eyaleta Bavyerayê li herêma Grundremmingenê enerjiya nûkleerê çêdikir sekinand.
Almanyayê di 31ê Kanûna Pêşiyê de reaktora bingehîn sekinand lê hê jî rekatora Cyê çalak e.
Santrala enerjîçêkirinê 120 kîlometreyan li bakurê Mûnîhê ye.
Navenda Cyê dê heta 2021ê çalak be. Rêxistinên Sivîl diyar kirin ku ew ji bo girtina reaktora bingehîn keyfxweş in lê li heman santralê reaktora Cyê heye û divê bê girtin.
Martin Stümpfigê ku yek ji endamên Partiya Keskan a Almanyayê ye got ew keyfxweş e reaktora Byê jî hat girtin lê “reaktora Cyê hê jî wek bombeyeka bi sietê hatî eyarkirin e.”
(PT/MB)