Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji beriya du salan “Hevpeymana Parîsê ya Av û Hewayê ya COP 21ê” hatibû îmzekirin ji bo duyem salvegera îmzekirina hevpeymanê li Parîsa Fransayê civîneka bi navê “Gerdûnek” hat pêkanîn.
Du hezar kesên ji bo parastina derdorê xwedanên rolên giring in, bûn mêvanên civînê. Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronî mazûvaniya mêvanên civînê kir.
Ji sed serok û birêvebirên welatan 50 kesan vexwendina Fransayê qebûl kir. Sekreterê Neteweyên Yekbûyî(NY) Antonio Guterres, serokwezîra Brîtanyayê Theressa May û serokê Banka Cîhanê Jim Yong Kim mêvanên civînê bûn.
Beşdarên civînê dê li ser sekinandina gerbûna gerdûnî ya dinyayê û rênexşeya ji bo sekinandina wê biaxivin.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trumpî eşkere kiribû ku welatê wî ji hevpeymaniya navborî derketiye.
(PT/MB)