Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
2yemîn Civîna Civaka Sivîl ya ku Programa Yekîtiya Ewropayê ya bi navê Sivil Düşünê li dar dixe, bi mijara “dilxwaziyê”, li Enqereyê li Avahiyên Vîşnelikê yên ODTUyê dest pê kir.
Civîna yekem di navbera 4 û 5ê Tîrmehê ya 2017ê di bin navê “Rêbazên Afrîner di Xebatên Mafparêziyê de” hatibû li dar xistin. Di ya duyê de ji 6 welatan û 62 bajarên Tirkiyeyê nêzîkî 200 kes beşdar dibin.
Du rojan wê li ser mijara “dilxwaziyê” biaxivin
Civîn wê du rojan berdewam bike û danê sibê wê li ser modelên rêxistinê yên di qada dilxwaziyê de, dilxwaziya di xebatên mafparêziyê de, rêbarên dilxwaziyê û di qada înternetê de dilxwazî gotûbêj çêbibin.
Piştî nîvro jî wê derbarê xebatên dilxwaziyê de atolye bi rê ve biçin.
Kî beşdar dibin?
Nûnerên ji rêxistinên Ewropayê yên weke Forûma Civaka Sivî, Navenda Dilxwaziyê ya Ewropayê (CEV), France Bénévolat, Platforma Navendên Dilxwaziyê ya Îtalyayê beşdarî civînê dibin.
Ji Tirkiyeyê jî rêxistinên weke Programa Dilxwaziyê ya Neteweyên Yekgirtî (NY), Weqfa Dilxwazên Civakî, Komeleya Têkoşîna li Hemberî Erozyonê ya Tirkiyeyê (TEMA), Kizilaya Tirkan nûner beşdar dibin.
Derbarê Sivil Düşünê de
Programa YEyê ya bi navê Sivil Düşünê, piştî ku Delegasyona YE ya li Tirkiyeyê di navbera salên 2010 û 2011ê de li 11 bajaran bi nunerên 730 rêxistinên civaka medenî re pêk anî, bi armanca metirsiyên hevbeş û daxwazên wan bê diyarkirin hat avakirin.
Di çarçoveya programê de tê armanckirin ku bi lez û bez piştgiriya rêxistinên civaka medenê bêkirin. Tenê merheleyek ji bo serîlêdana bernameyê heye û serîlêdan gelekî hêsan hatiye kirin kû bi vê tê xwestin ku xebatên mafparêziyê bi rê ve biçin.
Sivil Düşün di kategoriyên civîn/bername, avakirina tora agahiyê, birêxistinkirin, kampanya û ragahindinê de piştgriiyê dide xebatan. (TP/FD)