Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Newroz li Parka Newrozê ya Cegerxwînî hat pîrozkirin. Feleknaz Ûca Parlamentera HDPyê ya Amedê, Alî Sîncar Hevserokê HDPyê yê Mêrdîne beşdarî pîrozbahiyan bû. Ferhat Kût Hevserokê HDPyê yê bajarê Nisêbînê axivî û got ku du sal in Newroz li navçeyê neyê pîrozkirin lê îsal digel hemû astengiyan hatiye pîrozkirin.
Herweha peyama ku Sara Kaya Hevşaredara Nisêbînê jî ji girtîgehê şandiye hat xwendin.
Cizîr
Bi deh hezaran kes beşdarî Newroza li navçeya Cizirê ya Şirnexê bûn. Nameyên ku Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Hevserokên DBPyê Mehmet Arslan û Sebahat Tûncel û ya Leyla Guven Hevseroka KCDyê ji girtîgehê şandibûn hatin xwendin. Malbatên 35 kesên ku di Qetlîama Roboskiyê de hatibûn kuştin beşdarî pîrozbahiyê bûn û hunermenda Navenda Çanda Mezopotamyayê Xezal konsertek da.
Wan
Li Wanê pîrozbahî li Parka Çandê hat pîrozkirin. Ji bo pîrozbahiyê bi hezaran kes ji taxên Wanê hatin Parkê. Piştî ku polîs li ser beşdaran geriyan, beşdar ketin parkê. Parlamenterên HDpyê Meral Daniş Beştaş û Îbrahîm Ayhan, Hevserokê HDPyê yên Wanê Yadîşen Karabûlak û Ûmît Dede, Hevserokên DBPyê yên Wanê Ayla Tarhan û Okkeş Kava û rêveberên şaredariyê ku kayûm li şûna wan hatiye ragihandin, beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Êlih
Ji saetên sibehê de bi hezaran kes li qada Otogara Nû ya Êlihê kom bûn. Li qadê gelek caran slogana “Bijî Berxwedana Efrînê” hat berzkirin.
Îzmîr
Li Îzmîrê kesên xwestin beşdarî pîrozbahiyê bibin li Qada Gundogdûyê gihiştin ba hev. Di xalên kontrolê ên polîsan destûr ji bo leçekên jinan ên kesk û sor û zer nehat dayin. Herwiha bi hinceta ku “stêrk” li ser in polisan dest danî ser flamayên Hewldana Partiya Azadiya Civakî (TOPG). Di dema pîrozbahiyê de gelek caran slogan ji bo Efrînê hatin berzkirin. (ŞA/FD)