Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Amedê bi hezaran kes li qada Newrozê bi slogana “Bijî Berxwedana Efrînê” hatin ba hev.
Berdan Ozturk Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Pervîn Bûldan Hevseroka Giştî ya HDPyê, Selma Gurkan Seroka Giştî ya Parkiya Kedê (EMEP), Hacer Ozdemîr Alîkara Hevserokên Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), ji Tevgera Goranê Kwestan Abdûllah û Dr. Yûsif Muhammed Sadiq, Ahmet Turk Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Tulay Hatîmogûllari Hevseroka Giştî ya SYKPyê, Şahîn Tûmûtlû Wekîlê Seroka Giştî yê ESPyê, Mehmet Bozgeyîk Hevserokê Giştî yê KESKê, Ozturk Turkdogan Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (İHD) û nûnerên ODP, ESP, KESK, OSP, DDKD, HAK-PARê, sendîkayan, saziyên sivîl, rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê û saziyên Ewropayê tê de gelek kes di nava protokolê de beşdarî pîrozbahiyê bûne.
Peyama rêveberiya Kantona Efrînê hat xwendin
Mehmet Şerîf Camci Hevserokê bajarê Amedê yê HDPyê destpêkê axivî û paşê Bedran Ozturk Hevserokê KCDyê peyama rêveberiya Kantona Efrînê xwend.
Di peyamê de wiha hatiye gotin: "Divê êdî Amed rola xwe ya dirokî bilîze. Divê hemû kesên alîgirê mirovahiyê ne piştgiriyê bidin têkoşîna Efrînê. Ger ku em hemû bibin yek em ê karibin dagirkeran ji ser axa xwe paqij bikin. Amed paytext e. Divê êdî rola xwe ya pêşengiyê bilîze. Divê demek beri demekê rola xwe ya pêşengiyê bilîze. Em bawer dikin ku em ê Newroza 2019an di nava hevî û azadiyê de pîroz bikin. Dîrok dê ji aliyê gelê berxwedêr ve bê nivîsandin. Bijî Newroz, bijî tekoşîna me ya Azadiyê!”
Piştî xwendina peyama rêveberiya Kantona Efrînê agirê Newrozê hat vexistin.
Her wiha di dema pîrozbahiyê de peyama siyasetmedarên Kurdan ên ku li girtîgehan e hatiye xwendin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîs li ser sîstema dengî sekinîne û her strana ku tê de peyva “Kurdistan” tê de derbas dibe asteng dikin.
Bûldan: Aştî û azadî ji rojeva me derneketiye
Pervîn Bûldan Hevseroka HDPyê axivî û got: “Ev qad bû şahidê gelek Newrozan. Bû şahidê Newrozên qedexekirî. Bû şahidê Newroza ku bi milyonan kes lê kom bûn. Lê şahidiya herî mezin di 2013ê e bû. Di 2013ê de bû şahidê xwendina peyama Birêz Ocalanî ku ji Girava Îmraliyê şandibû. Di nameya xwe ya ku şandibû de behsa aştiyê dikir. Di wê nameyê de behsa demokratîkbûna hemû Rojhilata Navîn dikir. Di got ‘êdî wê çek rawestin, siyaset biaxive’. Lê rêveberên vî welatî, mesaye çareseriyê, pêvajoya çareseriyê qulipandin. Herkesên ku piştgiriya azadiyê dikir, mehkûm kirin.
“Dema ku wan ev dikirin, hewl dan ku berê xwe ji aştiyê, biratî û azadiyê biguherînin. Lê îro me dît ku azadî û aştî ji rojeva me derneketiye. Pêwistiya vî welatî bi demokrasiyê heye. Heke ku hûn berê xwe ji van tiştan biguherînin, hûn Kurdan tune bihesibînin wê gavê hûnê winda bikin. Kurd wê daxwazkarê biratî, aştî û demokrasiyê bin”. (ÇT/FD)
* Me ev nûçe ji Ajansa Mezopotamyayê berhev kiriye.