Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Berdevkê Dîwana Wezîran, Bekir Bozdagî eşkere kir ku Rewşa Awarte sê mehên dî jî hatiye dirêjkirin.
Piştî hewildana derbekirinê(15ê Tîrmehê) di 21ê Tîrmehê de ji bo hemîya Tirkiyeyê Rewşa Awarte hat îlankirin.
Bixwîne - “Divê dema Halê Awarte neyê dirêjkirin”
Di 21ê Tîrmeha 2016ê de li Tirkiyeyê Halê Awarte hat îlankirin, piştî îlankirinê, pênc caran dema Halê Awarte hat dirêjkirin.
Encamên Halê Awarte
Li gor encamnameya IHDyê eşkere kirî, Wezareta Dadê eşkere kiriye ku di dema Halê Awarte de:
“169 hezar û 13 kes hatine desteserkirin. 50 hezar û 510 kes hatine girtin. 43 hezar û 489 kes bi şertê kontrola edlî hatine serbestberdan. 8 hezar û 87 kes qaçax in.
Bixwîne – MGK: Bila Rewşa Awarte 3 mehên din bê dirêjkirin
“Bi biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de [hikûmetê] dest danî ser birêvebiriya 94 şaredariyan. Şaredarên 98 ji wan şaredariyan ji Partiya Herêman a Demokratîk(DBP) bûne.
“Bi biryara Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran(HSYK) 4 hezar û 240 dadger û dozger ji karê wan hatine avêtin.
“113 hezar 440 karmendên dewletê ji karî hatine avêtin.
“1412 komele û 139 weqif hatin girtin.”
(ÇT/MB)