Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Midûrê Giştî yê Balarêyên Tirkan(THY) Bilal ekşîyî eşkere kir ku qedexeya ji bo amûrên elektronîkî dê 5ê Tîrmehê rabe.
Birîtanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê qedexe kiribû ku rêwîyên/rêwingîyên di balafirên ji heşt welatan diçin wan welatan amûrên elektronîk yên ji telefona destan mezintir bi xwe re bibin.
Yek ji heşt welatên ev qedexe ji bo wan hatibû îlankirin Tirkiye bû. Qedexe di 22yê Adarê de hat îlankirin.
“Clear Scan” hat bikaranîn
Piştî qedexeya Amerîkayê li Balafirgeha Atatûrkî sîstemeka bi navê Clear Scan hat bikaranîn. Bi vê sîstemê teqemeniyên rehn têne tespîtkirin. Heyeteka Birêveberiya Ewlehiya Veguhestinê ya Amerîkayê dê li Balafirgeha Atatûrkî sîstemê kontrol bike. (AS/MB)