Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji bo hilbijartina pêşwext welatîyên Qiraliyeta Yekbûyî dê îro dengên xwe bidin û hikûmeta nû hilbijêrin.
Qiraliyeta Yekbûyî/Birîtanya ji Galler, Skotland û ji Îrlandaya Bakurê pêk tê. Welatî dê bi hilbijartinê hikûmeta nû û Desteya Avamê ku desteya piştî dîwana hikûmetê ye hilbijêre.
Li gor sieta wî welatî hilbijarin dê di sietên 07.00-22.00ê de bin.
Li Qiraliyeta Yekbûyî 46.9 hilbijêr hene. Hilbijêr dê li 40 hezar navendan dengan bidin û 650 parlamenteran hilbijêrin.
Hilbijartina giştî di sala 2015ê de hatibû kirin. Di hilbijartina pêşwext de 500 hilbijêrên nû jî dê bikarin dengên xwe bidin.
Hilbijêr dikarin dengên xwe bi rêya posteyê jî bidin. Li gor nûçeyeka BBCyê ji bo hilbijartina pêşwext ji sedî 16,4ê dengan bi rêya posteyê hatine bikaranîn.
Encamên hilbijartinê dê di roja Înê bê eşkerekirin.(HK/MB)