Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hevserokatiya Desteya Birêveberiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) derbarê grevên birçîbûnê yên 63 rojin di girtîgehan de berdewam dike daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniya ku ji hêla Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hatiye belavkirin de hat gotin, “Hewce nake ku ev berxwedan bêhtir bê berdewam kirin”.
Grevên birçîbûnê di 15ê Sibatê de ji hêla girtiyên ji doza PKKê û PJAKê yên di Girtîgeha Şakran a İzmirê hatibû destpêkirin û paşê li gelek girtîgehan belav bibû. Rêxistinên mafan aşkere kiribûn ku grevên birçîbûnê êdi hatiye wê asta ku tenduristiya girtiyan di xetereyê de ye.
“Daxwaz ketin rojevê û gihişt armanca xwe”
Di daxuyaniya KCKê hatiye destnîşankirin ku 300 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor de ne û bi hezaran girtî jî di greva bidor de ne.
KCKê di berdewamiyê de gotiye ku daxwazên girtiyan bi greva birçîbûnê kiteye rojevê û greva birçîbûnê gihiştiye armanca xwe. KCKê di vê çarçoveyê de wiha got:
“Di vê çarçoveyê de hewce nake ku berxwedan bêhtir bê dirêjkirin.
“Em û gelê me bi wê baweriya ku ji bo mijarên bûne rojev bên şopandin û têkoşînê bi rê û rêbazên nû bidin berdewam kirin, em dixwazin grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdor bidawî bibin”. (AS/FD)