Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ridvan Dilmen ji bo di referandumê de dengê erê were dayîn kampanya dabû destpêkirin û hin aliyan jî piştgirî dabûn wê kampanyayê. Gelek sazî û rêxistinên jin, ciwan û alîgirên fitbolê li hemberî kampanyaya Dilmen bersiv dan û bangewzî kirin ku divê her kes di referandumê de bêje na.
Kampanyaya Dilmen
Kampanyaya zincîrî ya “Ez ji bo Tirkiyeyeke hêzdar dibêjim erê, gelo tu çi dibêjî Arda Turan?” ku çend roj ewil Ridvan Dilmen dabû destpêkirin de ew kesana ewil helwesta xwe radigihînin û pirsa helwasta kesên dinê dikin.
Komên alîgirên fitbolê kampanyaya “na” dan destpêkirin
Koma Solaçikê ku alîgirên Fenerbahçeyê ne di peyama parvekirin de gotin: "Em jî bo welateke azad, wekhev û laîq dibêjin "na". Di wê peyama Solaçikê de helwesta Tekyumrukê pirsî ku ew jî koma alîgirên Galatasarayê ye. Herwiha koma alîgirên Beşiktaşê Beleştepe jî bi peyamek ve helwesta xwe ragihand û got na. Her wiha koma Amedspor Barikatê jî di peyama xwe de got: "Ji bo tinekirina çeteyên tecawuzkar û trîbûnê faşîst em jî dibêjin #Na"
Sazî û Rêxistinên jinan: “Na”
Rêxistinên Ciwan û Xwendekaran: "Na"
(BK/YO)