Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Amed û Şirnexê teqîn pêk hatin. Li Amedê 3 polîs mirin, li Şirnexê jî hin kes birîndar bûn.
Li navçeya Sûrê ya Amedê li nav kampusa Zanîngeha Dicleyê ku lê herfiyat dihat valakirin de teqîn çêbû.
Li gorî nûçeya AAyê li dijî wesayîta polîsan êrişa bombeyî pêk hat û di encamê de 3 polîs hatin kuştin. Hat ragihandin ku gelek ambulans sewqî cihê bûyerê kirine.
Li gorî nûçeya Hurriyet.comê, li navenda Şirnexê li taxa Dicleyê jî teqîn pêk hatiye. Bombeya ku beriyê de ji hêla hêzên PKKê ve hatibû bicihkirin saet 15:15an de dema kepçe derbas dibû teqiya.
Di encama teqîna li Şirnexê de operatorê kepçeyê û hin kesên ku wê demê ji wir derbas dibûn, birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û hat ragihandin ku rewşa wan baş e.
(NV/YO)