*Ev wêne îro di saet 08:20an de li keştiya Kadikoy-Karakoyê de hat kişandin.
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Lijneya Rêveberiya Odeya Endezyarên Elektronîkê Huseyîn Yeşil diyar kir ku bi bikaranîna saeta havînê ti ragirtin (tasarûf) nayê kirin. Parlementerê CHPê yê Stenbolê Bariş Yarkadaş jî pirsanamekê da meclisê ku Serokwezîr Yildirim bersiv bide û wiha got: “Eyarên saetê him derûniya me him jî aboriya me tarûmar kir.”
Edîtorê mafên zarokan ê bianet’ê Yuce Yoney derbarê zehmetên fizîkî û derûnîyên keça wî ya 3 salî ku diçe dibistanê de axivî.
Ji hêla din ve hastinga #saatlerbirsaatgerialınsın (saetan paş hildin) di twitterê de TT bû.
Di kampanyaya li ser change.orgê de 40 hezar kes îmze dan û piştgirî dan kamanyaya ““Saatler yeniden geri alınsın” (saetan paş hildin).
Ez ê di wê saetê de çawa ji keça xwe re bêjim bila ji dibistanê hez bike
Bikaranîna saeta havînê dibe sedema saetek pêştir despêkirina rojê. Ev jî rewşa xebatkar û xwendekaran dijwartir dike ku di tariyê de dest bi rojê dikin.
Edîtorê mafên zarokên ê bianet’ê Yuce Yoney rewşa keça xwe ya 9 salî ku di pola 3. de ye de ji bianet’ê re axivî û got:
“Keça min nikare sibehê zû ji nav ciyê xwe rabe. Ev yek bo wê gelek zehmet e. Dibêje hêj tav derneketiye divê em hinek jî razên. Divê ez saetê bibim nîşanê wê bidim ku ew bawer bike û ji ciyê xwe rabe.
“Dema ku ez lambê vêdixim ku ew rabe, ji wê tirî min tişteke nebaş kiriye. Yanê em di saetên sibehê de aciz dibin jî.
“Bi awayekî nebaş û wiha destpêkirina rojê min aciz dike.
“Ez ê di wê saetê de çawa ji keça xwe re bêjim ku bila bala xwe bide dersan û ji dibistanê hez bike.
“Dema siyarê servîsê dibe ez li zarokên din ji dirêrim û dib3inim ku yan bi çavên mexmûr li derdor mêze dikin yan jî çavên xwe digirin ku tariyê nebînin.
Yeşil: Bi vî awayî ragirtin nabe
Serokê Lijneya Rêveberiya Odeya Endezyarên Elektronîkê Huseyîn Yeşil di daxuyaniya xwe ya bianet’ê de got ku bikaranîna saeta havînê bi ti awayî kêrî ragirtina ceyanê nabe û diyar kir ku her sibeh li malan zêdetirî saetek bi badilhewa lambe tê vêxistin.
Yeşil wiha got: “Me gelek caran anî ziman ku bikaranîna saeta havînê xelet e.
“Bikaranîna saeta zivistanê ve ragirtin pêk dihat. Dema mirov di saetên sibehê de ji malê derdiket an taştê dixwar nehewcabû ku lambe vêxista.
“Li hemû malên ku lê kedkar, karmend û xwendekar hene zêdetirî saetek lambe tê vêxistin.
“Gelek kesên li derdorên me behsa bandora derûnî ya vê yekê dikin. Xebatkar/xwendekar di tariyê de radibin û diçin dibistan/ser kar û êvarê jî bi heman awayî vedigerên malên xwe.
“Me ji bo betalkirina vê pêkanînê serî li gelek cihan da lê heta niha ti encam nehatiye hilanîn”
Ji Bariş Yarkadaş pirsnameya
Ji Bariş Yarkadaş di pirsnameya xwe ya bo Serokwezîr Yildirim diyar kir ku navbera Erebîstana Sûdî û Tirkiyeyê de ti ferqa saetê nemaye û wiha pirsî:
*Gelo hûn ê vê biryara xwe careke din binirxînin an na?
*Bi vê pêkanînê ve çiqas ragirtî çêbûye?
*Gelo mebesta rastî ya vê bikaranîna saeta Erebistana Sûdî ye an na?
(EKN/YO)