Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Ji hêla Odaya Avahîsazan ya Şaxa Enqereyê îsal cara yekemîn di 4 kategoriyan de “Xelatên Çapemeniyê yê Emre Madran” hat dayîn.
Xelat di sêyemîn salvegera mirina Emre Madran ku ji bo parastina xweza û nirxên çandî ve gelek xebat û hewldanan kiriye de hat dayîn.
Endama Lijneya Rêveberiya Odeya Avahîsazan ya Şaxa Enqereyê Mûteber Osmanpaşaoglu di warê nivîsên derbarê parastina xweza û bajêr de radyo, tv, rojname û înternetê de navê kes û saziyên ku hêjayî Xelatê Çapemeniyê ya Emre Madran hatine dîtin, eşkere kir.
Osmanpaşaoglu di axavtina xwe de got: “Em ji keskarên çapemeniyê re gelek spas dikin ku, wan têkoşîna civakî ji bo parastina xwezayê ku Odaya Avahîsazên ya Şaxa Enqereyê kiriye, şopandine û ragihandine gel.”
Xelatê di warê çapemeniya nivîskî de dan nûçegihanê wêneyê yê Sozcuyê Yavuz Altan, yê di warê nûçegihaniya televizyonê de dan Osman Gudu (Ulusal Kanal), xelatê di warê nûçegihaniya înternetê de dan nûçegihana bianet’ê Nîlay Vardar û ji Ozgur Radyoyê Nermîn Demirkaya hêjayî xelatê di warê nûçegihaniya radyoyê de hat dîtin.
Merasîma xelatdayînê wê di 3ê Cotmehê Roja Avahîsazên Cîhanê de were dayîn.
Emre Madran kî ye?
Di sala 1944an de li Îzmîrê ji dayîk bû. Li ODTUyê di beşa avahîsaziyê de lîsans, master û doktorayê qedand.
Di navbera salên 1968-1972an de li Mudiriyeta Giştî ya Weqfan, di navbera 1974-1981an de li Wezareta Çandê xebitî. Di sala 1981an de li Fakulteya Avahîsaziyê ya ODTUyê de b3u akademîsyen.
Di bin sîwana Odeya Avahîsazan de bi awayekî akademîk li ser dîroka parastina berhemên dema Osmanî û Cimhuriyetê de xebitî.
Zêdetirî 100 makaleyên wî hatine weşandin.
Doç. Dr. Emre Madran di 26ê Îlona 2013an de wefat kiriye.
Nîlay Varda kî ye?
Wê li Zanîngeha Galatasarayê beşa Rojnamegeriyê xwendiye. Ji 2011an vir ve li bianet’ê weke nûçegihan/edîtor dixebite. Bi taybetî li ser nûçeyên bajêr, ekolojî, kêmendam û kêmnetewe de dixebite.
(HK/YO)