Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilizî bitikîne
Li navçeya Payîzava ya Wanê di kolandina li Kela Çavuştepeyê genim û kunciyên 2800 salî hatin dîtin.
Li gorî nûçeya Arkeofiliyê Kela Çavuştepe 25 km dûrî navçeya Payîzavayê ye û ji hêla Qiralê Sardurê II. ya Ûrartûyiyan ve hatiye çêkirin. Di nav kelê de xebatên kolandinê bi rêbertiya Doç. Dr. Rafet Çavuşoglu dewam dikin.
Doç. Dr. Rafet Çavuşoglu ragîhand ku li wê cihê ku tê kolandin dibe ku dendikê tiriyê jî were dîtin û eger reşbûyîna wan genîm û kuncîyan bî awayekî xwezayî pêk hatibe wê careke din hewl bidin ku ji nû ve were reşandin.
Doç. Dr. Rafet Çavuşoglu di daxuyaniya xwe de kel li rojhilatê Çiyayên Bolê hatiye çêkirin û gelek berhemên dîrokî yên ji serdema Ûrartûyiyan di nav wê kelê de hene. Di encama kolandinan de 3 depoyên zexîreyê hetine dîtin.
Genim ku kunciyên hatine dîtin, 2800 salî ne û piştî analîzkirina di laboratuvarê de wê hewl bidin ku dîsa weke toxim bireşînin.
Çavuşoglu di daxuyaniya xwe de got ku di wan depoyan de zexîreyên ku li Deşta Payîzavayê çandine, di wan depoyan de jî veşartine û wiha got:
Zexîreyên ji serdema Ûrartûyan
“Kûpên ku ji seramîkê ji bo veşartina zexîreyê hatine çêkirin û navê wê jî kirine pithos. Bilindaya wan depoyan 2 metre û 10 cm ye, firehî jî 1.5 metre ye. Zexîre bi zêdeyî di van depoyan de dihat veşartin.
“Li gorî encamên xebatên me ew depoyana ji serdema Ûrartûyan mane.”
(EKN/YO)