Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
13 gundên girêdayê navçeyên Lice û Hênê ya Amedê derketina derve hat qedexekirin.
Li gundên Birlik, Şenlik, Abalı, Erginkoy, Tuzlakoy, Çeper, Durukoy, Daralan (Lice), Topçular, Yukarı Turalı, Kalaba, Serenkoy û Uzunlar (Hênê) derketina derve hat qedexekirin.
Walîtiya Amedê di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de destnîşan kir ku ji ber operasyonên ku tên lidarxistin li wan herêmên diyarkirî ji 31ê Tebaxê saet 05:00an şûnde derketina derve hat qedexekirin.
(HY/YO)