Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê di çarçoveya lêpirsîna derbarê cemaeta Fetullah Gulen de Mudirê Emniyeta Stenbolê yê berê Huseyîn Çapkin hat binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ‘FETO/PDY’ê ku ji hêla Serdozgeriya Stenbolê ve tê kirin de Mudirê Emniyeta Stenbolê yê berê Huseyîn Çapkin jî tê de 4 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya wê lêpirsînê de beriya niha Waliyê Stenbolê yê berê Huseyîn Avni Mutlu, 7 waliyên navendê, alîkareke waliyê û 3 qaymeqam bi temamî 12 kes hatibûn binçavkirin û piştre hatib3un girtin.
Huseyîn Çapkin kî ye?
Bi biryarnameya ku li Rojnameya Fermî weşandî di 18ê Hezîrana 2009an de dewsa Celalettîn Cerrah de bû Mudirê Emniyeta Stenbolê. Salek şûn de jî di 13êGulanê de bû Waliyê Îdirê lê di 29ê Gulanê de dest ji wezîfeya xwe berda û dîsa zivirî navendê.
Di 17ê Kanûna 2013an de piştî operasyonên nerêtiyê ku li dijî 4 wezîr û zarê wan hatibû kirin de Huseyî Çapkin ji hêla Wezîrê Karên Navxweyî Muammer Guler ve ku derbarê wî de jî operasyon hatibû kirin, ji wezîfeyê hat hildan. Piştî hefteyek Muammer Guler bi xwe jî ji karê îstifa kir.
(NV/YO)