Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li navçeya Liceyê ya Amedê li dijî leşkerên ku operasyon pêk dianîn ve ji hêla hêzên PKKê ve bi roket û çekên giran ve êriş hat kirin. 4 leşkeran canê xwe ji dest dan û 8 leşker jî birîndar bûn.
Leşkerên birîndar bi helîkopterê anîn Amedê û hêzên artêşê li wê herêma şer qewimî bû operasyon da destpêkirin.
Li çoltera navçeya Kanîreşê ya Çewlikê jî li dijî hêzên PKKê operasyon hat lidarxistin. Dema operasyon dihatkirin di nav daristanê de bombeya bidestçêkirî ku ji hêla hêzên PKKê ve hatibû bicihkirin teqiya û di encamê de çawîşê pispor yê bi navê Kerem Uye canê xwe ji dest da.
Operasyona li herêma Kanîreşê duh hatibû destpêkirin. Di şerên duh de cerdavanên bi navê Îdrîs Demir û Tarik Aydemir hatin kuştin.
Li Antalyayê jî dema wesayîta leşkerî derbas dibû teqîn pêk hat û di encamê de 2 leşker birîndar bûn.
(NV/YO)