Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hêzên Parastina Gel (HPG) derbarê 2 teqînên li Sûr û Qoserê ku di 10ê Tebaxê de pêk hatibû û di encamê de polêsek û 7 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dabû de daxuyanî da.
Di daxuyaniya HPGê de hat ragihandin ku ku eleqeya wan bi êrişa li Sûrê re nîn e û lê êrişa li Qoserê ji hêla hêzên wan ve hatiye kirin.
Di encama teqîna li Sûrê de ji 5 sivîlêm ji heman malbatê canê xwe ji dest dan. Li Qoserê jî di enacama teqîna pêk hat de polêsek û 2 welatiyên sivîl hatin kuştin.
‘Lêpirsîn hat vekirin’
Di wê daxuyaniya HPGê ku di 14ê Tebaxê de hatiye dayîn de wiha hat gotin:
‘’Di encama lêkolînan de derket holê ku teqîna li Sûrê ne ji aliyê HPGê û hêzên me yên eyaleta Amedê ve hatiye kirin. Lê belê eşkere bû ku ev çalakî ji aliyê yekîneyeke cuda ya herêmî ve li dijî kiryarên dewleta tirk ên li Sûr û Amedê hatiye kirin. Çalakiya li navçeya Mêrdîn Qoserê jî, ji aliyê yekîneyeke ser bi HPGê ve hatiye kirin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de, HPGê diyar kir ku li gel çalakiya Sûrê rasterast ne bi destê wan hatiye kirin jî lê dîsa jî ji ber kontrolnekirina van yekîneyan, berpirsyarî dîsa ya HPGê ye û wiha dewam kir: "Hem cih û him şêweya pêkanîna çalakiyê cihê rexneyan e û gelek kêmasî jî di wan de hene. Lewma lêpirsîn hatiye vekirin".
Herwiha HPGê teqez kir ku ji niha û pê ve, ew ê bi hesasiyeteke zêdetir tevbigerin û wiha got: "Ji bo sivîl bi ti awayî zerarê nebînin, ji bo bi tenê hêzên dagirker û mêtînger hedef bên girtin, wê bi berpirsyarî û hesasiyeteke mezintir çalakî bên kirin."
HPGê di daxuyaniya xwe de rexne li wan kesên ku di cih de daxuyanî li dijî vê bûyerê dan û wiha ragihand: "Yên ku li hemberîhilweşandina Sûrê, li hemberî şewitandina 20 gundên li Pasûr, Lice û Farqînê yên di dema vê çalakiyê de ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hat kirin û li hemberî pêkanînên şîdetê ya bêperwa ya dewleta tirk ti daxuyanî neda lê heman piştî vê çalakiyê, ji ber kêmasiyên vê çalakiyê yekser derketin holê û daxuyanî dan, ti eleqeya wan bi cidiyetê re nîne."
HPGê di dawiya daxuyaniya xwe de xemgîniya xwe ji ber bûyeran ragihand û wiha got: "Ji ber ku di van her du bûyeran de mirovên me yên sivîl jiyana xwe ji dest daye, em xemgîn in û ji malbatên mirovên me yên jiyana xwe ji dest daye re sersaxiyê dixwazin."
Wêne: Murat Bayram
(BK/YO)