Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li dijî Amîrtiya Trafîkê ya Herêmê ku nêzî navçeya Çinarê ya Amedê ye bi wesayîta bombelêbarkirî êriş hat kirin.
Li gorî nûçeya AAyê êriş ji hêla hêzên PKKê ve îro di saet 13:15an de hatiye kirin. Di encama wê teqîna mezin de li ser rê çeleke ku berfirahiya wî zêdetirî 10 mêtreyan vebû.
Di encama wê teqînê de li gorî gahiyên bidestketî 2 polês û zarokek canê xwe ji dest dan, 8 jê polês 25 kes jî birîndar bûn.
Walîtiyê daxuyanî da
Walîtiyê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku îro (15.08.2016) saet 13:10an de Li dijî Amîrtiya Trafîkê ya Herêmê ku nêzî navçeya Çinarê ya Amedê ye ji hêla endamên PKKê ve bi wesayîteke bombelêbarkirî êriş hatiye kirin û got:
‘Di encama wê teqînê de li gorî gahiyên bidestketî 2 polês û zarokek canê xwe ji dest dan, 8 jê polês 25 kes jî birîndar bûn.’
Li gorî nûçeya ANFê jî tesîra wê teqînê wisa zêde bûye ku camên gelek malên ku gelek kîlomêtre dûrê cihê bûyerê ne jî, şikestine.
Piştî teqînê, gelek hêzên din weke teqwiye şandine cihê bûyerê, di navbera hêzên artêşê û endamên PKKê de jî pevçûn derket. Li herêmê operasyon dane destpêkirin.
(AS/YO)