11 leşkerên ku li Marmarisê di nav êrişa li dijî otela Erdogan de cih girtibû li navçeya Ulayê ya Muglayê hatin girtin.
Duh êvarê li taxa Şirinevlera Mugla Ulayê welatiyeke îxbar kir ku wî di nav qanala avê de 5 leşkeran dîtine. Li ser vê yekê gelek tîmên taybet sewqî wê herêmê hatin kirin û operasyon hat destpêkirin.
Di encama wê operasyonê de ewil 9 leşker hatin girtin û piştre leşkerên bi navê Mustafa Serdar Ozay û Muammer Gozubuyuk jî li wê herêmê hatin girtin.
Leşkerên hatin girtin biştî qereqola li Marmarisê, birin Mudiriyeta Emniyeta Muglayê.
Hatinû daxuyandin ku di wê êrişê de 37 leşkeran cih girtibûn
Hatibû daxuyandin di êrişa li dijî otela ku Erdogan lê bû de 37 leşkeran cih girtibûn.
Piştî êrişkirinê 25 leşkerên ku revîbûn nav daristanê bi dest xistin û 23 ji wan hatib3un girtin. Îfadedayîna 2 leşkeran hêjî didome.
Hatibû ragihandin ku serbazê bi navê Burkay Karatepe piştî hewldana sûîqestê cilên sivîl li xwe kiriye û ji wê komê qetiyaye.
(ÇT/YO)