Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de Fermandarê Tabûra li Qilebanê yê berê Huseyîn Erten li Bursayê hat binçavkirin.
Huseyîn Erten beriya niha li Mudiriyeta Sîteya Zarokan ku girêdayê Mudirîyeta Malbat û Polîtîkayên Civakî ye, hetiye wezîfedarkirin û piştî hewldana derbekirinê ew ji wezîfeyê hatiye dûrxistin. Erten duh ji hêla polêsan ve hat binçavkirin.
Wezîrê Vejeniyê: Tiliyê wan di bûyera li Qilebanê de heye
Wezîrê Vejeniyê Berat Albayrak du roj ewil di televîzyona Kanal 24ê de derbarê hewldana derbekirinê de nirxandinên xwe anîbû ziman.
Li ser pirsa derbarê xistina balafira Rûsyayê de wiha got: ‘Ne tenê xistina balafirê, dibe ku di bûyerên Qilebanê û Geziyê de jî têliyê wan hebe.^
34 welatiyên sivîl kes hatin kuştin
28ê Kanûna 2011an de li gundê Roboskiyê 34 kes di encama bombebarandina balafiran de hatin kuştin. 28 kesên kuştî ji heman malbatê bûn.
Di 11 Hezîrana 2013an de Serdozgeriya Amedêbi hinceta ‘kuştina bi awayekî zanetî’ dosyeya Qetlîama Roboskiyê şandibû ji Dozgeriya Leşkerî ya Sererkaniyê re.
Dozgeriya Leşkerî ya Sererkaniyê di 7ê Çileya 2014an de derbarê dosyeyê de biryara neşopandinê dabû û dosyeyê girtibû. Îtirazkirina malbatên mexdûr jî hatibû redkirin.
Piştî ku dosye şandine Dadgeha Mekeqanûnê, biryar hat dayîn ku gilîname û belgeyên di nav dosyeyê de kêm in û ji ber ku di wextê diyarkirî de nehatiye tememkirin serlêdan jî hatiye redkirin.
(NV/YO)