Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbekirinê de derbarê 47 kesên ku rêvebir, niviskar û xebatkarên rojnameya Zamanê yên berê de biryara binçavkirinê hat dayîn.
Di çarçoveya wê biryara binçavkirinê ku derbarê 47 kesan de hatiye hat dayîn de operasyon jî dest pê kir.
Di encama operasyona li dijî rêvebir, nivîskar û xebatkarên rojnameya Zamanê de îro polêsan avêtin bi ser gelek malan de û niha li wan deran lêgerînê pêk tînin û nivîskarê Zamanê yê berê Şahin Alpay binçav kirine.
Dema ku polêsan Şahin Alpay ji mala wî derdixistin rojnamegeran ji wî pirsan pirskirin û li ser vê yekê Alpayî got: ‘Ez ê daxuyanî nedim. Ti sûcekî min nîn e. Nizanim ku ez bo çi hatim binçavkirin. Lê ez ê hîn bibim.’
Rojnamegerên ku derbarê wan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn
Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê navên 47 rojnamegerên ku derbarê wan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn bi vî rengî ye.
Osman Nuri Ozturk, Ali Akbulut, Bulent Keneş, Mehmet Kamiş, Huseyin Dogme, Suleyman Sargin, Veysel Ayhan, Şeref Yilmaz, Mehmet Akif Afşar, Ahmet Metin Sekizkardeş, Alaattin Guner, Faruk Kardiç, Metin Tamer Gokçeoglu, Faruk Akkan, Mumtazer Turkone, Şahin Alpay, Sevgi Akarçeşme, Ali Unal, Mustafa Unal, Zeki Onal, Hilmi Yavuz, Ahmet Turan Alkan, Lalezar Sariibrahimoglu, Ali Bulaç, Bulent Korucu, İhsan Duran Dagi, Nuriye Ural, Hamit Çiçek, Adil Gulçek, Hamit Bilici, Şenol Kahraman, Melih Kiliç, Nevzat Guner, Mehmet Ozdemir, Fevzi Yazici, Sedat Yetişkin, Oktay Vizviz, Abdullah Katircioglu, Behçet Akyar, Murat Avcioglu, Yuksel Durgut, Zafer Ozsoy, Cuma Kaya, Hakan Taşdelen, Osman Nuri Arslan, Omer Karakaş.
Beriya niha derbarê 42 rojnamegeran de jî biryara binçavkirinê hatibû dayîn
Di çarçovaya lêpirsîna hewldana derbekirinê de beriya niha derbarê 42 rojnamegeran de jî biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Piştî wê yekê Nazli Ilicakli, Buşra Erdal û Bulent Mumay jî tê de 16 kes hatibûn binçavkirin.
(NV/YO)