Ji bo nûçeya Tirkî
Rektorê Zanîngeha Dicleyê Prof. Dr. Ayşegul Jale Saraç û Rektorê Zanîngeha Gaziyê Suleyman Buyukberbe duh êvarê hatin binçavkirin.
YOKê (Lijneya Perwerdehiya Bilind) daxuyandibû ku rektorên zanîngehên Gazi, Yildiz Teknik, Dicle û Yalovayê ji wezîfeyê hatine derxistin.
Rektorê Gaziyê hat kelepçekirin
Hat ragihandin ku Buyukberbe hatiye kelepçekirin û bi wî awayî li kampusê hatiye binçavkirin.
Buyukberbe di hilbijartinên rektoriyê ku di sala 2012an de pêk hatibû di rêza 5. de bû û bi wî awayî ji hêla serokomarê wê demê Abdullah Gul ve weke rektor hatibû wezîfedarkirin.
Li zanîngehê û li mala Saraçê lêgerîn
Polêsan avêtin ser avahiya rektoriyê ya Zanîngeha Dicleyê û heta dawiya saeta mesaiyê nehiştin ku kes ji avahiyê derkeve. Polêsan him li zanîngehê him jî li Mala Saraçê lêgerîn kirin.
Saraç di hilbijartina rektoriyê ku di sala 2008an de pêk hatibû di rêza 3. de bû û serokomarê wê demê Abdullah Gul wê kire rektora zanîngehê. Piştî ku Saraçê bû rektor, li dijî kesê ku dihilbijartinê de herî zêde dengan girtibû de careke cezayê maaşbirînê, du caran cezayê şermezarkirinê daye wî û derbarê wî kesî de 11 caran jî lêpirsîn dabû vekirin.
Saraçê ji Zanîngeha Dicleyê ji Beşa Tipê destûr girtiye û di sala 2007an de li Amedê di bûbû namzetê parlementerê yê AKPê.
(ÇT/YO)