Ji bo nûçeya Tirkî
Li navçeya Şîrvanê ya Sêrtê dema wesayîta ku cerdevan tê de bûn derbas dibû bombeya bicihkirî hat teqandin û di encamê cerdevanekî hat kuştin, 4 cerdevan jî birîndar bûn.
Cerdevanan dema riya di navbera gundê Gozluce û Çeltikliyê kontrol dikirin teqameniya bidestçêkirî ku ji hêla hêzên HPGê ve hatibû bicihkirin, ji dûr ve bi qumandoyê hat teqandin.
Di encama teqînê de cerdevanê bi navê Emin Akyildiz (32) hat kuştin. 4 cerdevanên birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.
Li herêmê operasyoneke berfireh hat destpêkirin.
(NV/YO)