Ji bo nûçeya Tirkî
Piştî hewldana derbekirinê operasyonên li dijî leşkeran de Fermandarê Hêzên Hewayê yê berê Akin Ozturk û Fermandarê Artêşa 2. Orgeneral Adem Huduti ku piştî destpêka şerê dawî operasyonên li bajarê kurdan wî bi rêve dibir, hatin girtin.
Piştî ku hewldana derbekirinêr bi ser neket li gelek bajêran li dijî bi hezaran leşker û polêsan operasyon hat lidarxistin. Di encama oerasyonên ku hê jî berdewam dikin de heta niha bi hezaran leşker, polês û rayedarên saziyên fermî hatine binçavkirin.
Orgeneral Adem Huduti hat girtin
Di çapçoveya operasyonên li dijî derbekaran de Fermandarê Giştî yê Artêşa 2. Orgeneral Adem Huduti, Fermandarê Garnizonê yê Artêşa 2. Tumgeneral Avni Angun, Fermandarê 7. Baregehê Jet-Hewayê Tuggeneral Emin Ayik jî tê de 7 leşkerên pilebilind hatin girtin.
Derbarê hejmara kesên ku di encama operasyonan de hatine binçavkirin û girtin ji hêlşa Serokwezîr Binalî Yildirimî ve hat daxuyandin. Yildirimî got: ‘Heta niha 7 hezar û 543 kes hatine binçavkirin, ji wan 316 kes jî hatine girtin. 100 kesên binçavkirî polês in, 6038 leşker in, 755 ji wan dozger-dadger in û 650 kes jî sivîl in.’
Tê zanîn ku Adem Huduti piştî destpêka şerên dawî fermandariya operasyonên li dijî bajarên kurdan (Amed- Sûr-Cizîr-Şirnex-Nisêbîn-Hezex-Farqîn) wî dikir.
Akın Ozturk sucan red kirin û hate girtin
Di çarçoveya operasyonên li dijî derbekaran de Fermandarê Giştî yê Hêzên Hewayê yê berê Akin Ozturk li Enqereyê hatibû binçavkirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Hewayê yê berê Akin Ozturk jî tê de 26 kesên ku bi hinceta derbekirinê li Enqereyê hatibûn binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin.
Akin Ozturk di îfadeya xwe de sûcên ku li wî tê kirin red kirin û gotiye ku ti eleqeya wî bi derbekaran re nîn e.
26 kesên ku sewqî dadgehê hatibûn kirin Akin Ozturk jî tê de bi hinceta derbekirinê hatin girtin.
Heta niha bi heman hincetê bes li Enqereyê 99 kes hatine girtin.
Her wiha li gelek bajarên kurdan û Tirkiyeyê jî operasyonên binçavkirinê dewam dikin û gelek kes di çarçoveya hewldana derbekirinê de ji hêla dadgehê ve tê girtin.
(HK/NV/YO)