Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Em cejna misilmanan ya ku îro dest pê dike û sê rojan dom dike pîroz dikin.
Li gor salnameya Hicrî, cejn hersê rojên destpêka meha Şewalê ye.
Salnameya Hicrî li gor heyvê ye û 11-12 rojên sala Hicrî ji ya Mîladî kêmtir e.
Ji ber wê her sal cejn li gor sala dî 11-12 rojan zûtir tê pîrozkirin.
Li her 33 salan carekê cejna Remezanê di yek rojê de tê pîrozkirin.
Cejna we pîroz be(AS/MB)