Fotograf: Rûdaw
Li sînorê Hesekêya Rojavayê di navbera hêzên Amerîkî û Sûriyeyê de şer derketiye. Li gorî zanyariyan leşkerekî Artêşa Sûriyeyê miriye, du jê jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyeyê (SANA) ango ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyeyê şer li gundê Til Zeheba bajarokê Tilbiraka Hesekê qewimî ye.
Rûdawê di nûçeya xwe de gotiye ku leşkerek miriye 3 leşker jî birîndar bûne.
Hatiye zanîn ku, şer ji ber ku hêzên Sûriyeyê rê nedane hêzên Amerîkaye li gundê Til Zeheba bajarokê Tilbiraka Hesekê derbas bibin, rû daye.
Her weha SANAyê ragihandiye, piştî ku hêzên hikûmetê li rêbendekê rê li dewriyeyeke hêzên Amerîkî girtine, balafirên Amerîkayê ew rêbenda artêşa Sûriyê bombebran kiriye û di encamê de serbazek hatiye kuştin û du serbaz jî birîndar bûne. (AY/FD)