Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî banga Mustafa Şentopê Serokê ya ku ji bo hevdîtinên tezkereya Serokomariyê ya der barê ji bo Libyayê şandina eskeran da kir Meclisê Lijneya Giştî ya TBMMyê îro dê derasayî bicive.
Lijneya Giştî dê di saet 14.00ê da bi serokatiya Serokê Meclisê Mustafa Şentop bê vekirin.
Tezkereya Serokomariyê ya der barê ji bo Libyayê şandina eskeran da dê tekane madeya rojevê ya Lijneya Giştî be.
Hevdîtin dê bi xwendina metna tezkereyê dest pê bike û komên partiyan dê her yek 20 deqîqe biaxivin. Piştî hevdîtinan dê ji bo tezkereyê deng bê dayîn.
Di tezkereya ku bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan şandin Serokatiya TBMMê da hatibû gotin ku "Hikûmeta Mutebaqata Neteweyî ya Libyayê ji bo têkoşîna dijî tehdîdên yekîtî û îstiqrara Libyayê ku dikare tesîrê li hemû herêmê bike, têkoşîna dijî DEAŞ, El Qaîde û rêxistinên terorê yên din, komên çekdar û koça dereqanûnî û bazirganiya mirovan da ji Tirkiyeyê daxwaza piştgiriya eskerî kir."
Di metnê tezkereyê da hatibû diyarkirin tê xwestin ku li gor xala 92yemîn a Destûra Bingehîn ji bo ku dema hewce bike Artêşa Tirkiyeyê bikare li dervayî welêt herekat û midaxeleyê bike ji bo salekê destûr bê dayîn.
(DB/MB)
*Çavkanî: Elif Irmak /AA