Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) diyar kiriye ku sê şirket û du kesên ji Tirkiyeyê alîkariya DAIŞê kiriye, ji ber wê ji bo wan mieyîde hatiye îlankirin.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê, Steven Mnuchinî daye zanîn piştî kuştina Ebûbekir el Bexdadîyî wan dest bi guvaşeka li dijî DAIŞê kiriye ku ev biryar jî beşek ji wan karan e.
Hersê şirketên ji Tirkiyeyê yên ku li dijî wan mieyîde dê bê pêkanîn ev in: Şirketa hûrkirin û guhertina diravavan ya Ahloulê, şirketa rêkirin û standina pereyan ya El-Sultanê û şirketa ACLyê.
Herweha di lîsteyê de du hevwelatîyên Tirkiyeyê yên bi navê İsmail Bayaltun û Ahmet Bayaltun jî hene.
Ew kes û şirketên ji bo wan mieyîde hatiye îlankirin dê nekarin bi Amerîkayê re karên ticarî bikin û heke hebe Amerîka dê dest dane ser mal û milkên wan ên li Amerîkayê.
(TP/MB)