Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Pênc senatorên DYAyî nameyek ji Mike Pompeo, Wezîrê Karûbarên Derve yê DYAyê re şandine û tê de xwestine Wezaret lêkolînê derbarê wan îdiayan de bike ku dibêjin Tirkiye li Sûriyeyê agirbestê binpê dike.
Senatorên Komarparêz Lindsey Graham, Marsha Blackburn û Senatorên Demokrat Chris Van Hollen, Richard Blumenthal û Jeanne Shaheenê ve hatiye îmzekirin û pêşkeşî Wezaretê kirine.
Di nameyê de, senatorên Komarparêz û Demokrat daxwazê ji Wezareta Derve ya DYAyê dikin ku derbarê binpêkirinên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê li Sûriyê lêkolîn were kirin û eger pabendê rêkeftinê nebe Tirkiyeyê ceza bikin:
‘’Tê gotin ku hin hêzên tirkan yan jî yên tirk piştgiriya wan dikin, li Tiltemirê êrîşî kurdên Sûriyeyê kirine. Eger ew rast e, ew nîşan dide ku Enqere, peymanên agirbestê yên bi Washington û Moskowê re cihê bi cihê îmza kirine binpê kiriye.”
Senatoran bi bîr xistiye ku Donald Trumpî gotibû heke Tirkîye li gor berpirsîyên xwe tevnegere ew ê aborîya wî welatî têk bibe.
Wan daye zanîn ku ew ji rêvebirîyê dixwazin ku bo agirbesta di 17ê Çiriya Pêşiyê de hatiye îmza kirin bidome, divê toleyên aborî yên tund werin ragihandin. (PT/FD)