Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Herêma Başur a New Yorkê ya DYAyê bi tohmeta ceza û dorpêçên ser Îranê binpê kiriye, dixwaze Halkbank were cezakirin.
Serdozgeriyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku Halkbankê di 6 xalan de sûc kiriye û xwestiye li beramberî van tohmetan banke xwe biparêze.
Serdozgeriyê Halkbank bi fêl û hîle, spîkirina pare û binpê kirina cezayên ser Îranê tohmet kiriye û gotiye ku divê banke li dadgeheke amerîkî bersiva îdiayan bide.
Serdozgeriyê li ser hesabê xwe yê Twitterê û malpera fermî daxuyaniyek weşandiye ku behsa îdianameya ji 45 rûpelan tê de kiriye.
Serdozgeriyê banke bi binpêkirina van tiştan tohmet kiriye:
* Ji bo DYAyê bixapîne komplo pêkaniye
* Ji bo Yasaya Heza Ekonomîk a Lezgîn a Navnetewî (IEEPA) binpê bike komplo kiriye
* Dêlkbaziya bankevaniyê
* Ji bo dêlkbaziya bankevaniyê komplo kiriye
* Spîkirina pereyan
* Ji bo pereyan spî bike komplo kiriye. (AS/FD)