Buroya Lêpirsînê ya Federal a DYAyê (FBI) aşkere kir ku kesê li bajarê New Orleansa eyaleta Louisianayê bi kamyonekê êrîşî girseya gel kir û bû sedema mirina 10 kesan, hemwelatiyê DYAyê ye û navê wî Şemsûddîn Cebbar e ku 42 salî ye. Her weha di artêşa DYAyê de wezîfedar bû û piştre teqawit bûye.
Alethea Duncan, Ajana Taybet ku di FBIyê de Cîgir e, roja Çarşemê di civîneke çapemeniyê de bersiv da pirsên rojnamegeran ên derbarê êrîşê de û piştrast kir ku Cebbar "berê di artêşa DYAyê de wezîfedar bûye."
Duncan got, “Ez dikarim detayên ku Cebbar berê di artêşa Amerîkayê de xizmet kiriye bi we re parve bikim.”
Duncan diyar kir ku hurgiliyên derbarê nasnameya êrîşkar û sedema êrîşê de hîn bi dawî nebûne û lêkolîn berdewam dikin. Hat diyarkirin ku FBI dema derbarê bûyerê de agahiyên zêdetir bi dest bixe dê bi raya giştî re parve bike.
Serokê DYAyê Donald Trûmp êrişkar wekî "biyanîyekî ye ku ketiye welêt" bi nav kiribû.
Daxuyaniya FBIyê
Di daxuyaniya nivîskî ya FBIyê de hat ragihandin ku kesê ku li Kolana Bourbonê otomobîl ajotiye ser qerebalixê, di pevçûna bi hêzên asayişê yên herêmî re hatiye kuştin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku FBIyê lêpirsîn wergirtiye ser xwe û hat gotin, "Em dê bi hevkarên xwe re vê bûyerê wek êrîşeke terorî lêkolîn bikin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku di wesayîtê de alaya DAIŞê hatiye dîtin. FBI ji bo tespîtkirina têkiliyên muhtemel ên kes bi rêxistinên terorê re dixebite.
Alethea Duncan, Ajana Taybet ku di FBIyê de Cîgir e, ku cara yekem li cihê bûyerê daxuyanî da,gotibû ku ev ne êrîşeke terorî ye.
Duncan ragihandibû ku rayedarên ku lêpirsîna bûyerê dikin li cihê qezayê bombeyen destçêkirî dîtine.
(AEK/AY)