Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Parastina Milî aşkere kiriye ku bi beşdariya personelên Hêzên Esmanî li Rûsyayê perwerdeya S-400an dest pê kiriye.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinaê de wiha hatiye gotin: "Ji bo Projeya Pergala Parastina Esmanî û Moşekan ya Herêmê ya Menzîldirêj li Gatchînaya bajarê Rûsyayê bi beşdariya personelên Hêzên Esmanî perwerdeya S-400an dest pê kir."
Wezaretê hefteya borî (27ê Tebaxê) diyar kiribû ku beşa duyem a S400an gihîştiye destê wan.
Derbarê S-400an de
Nifşê duyem a Projeya Pergala Parastina Esmanî û Moşekan ya Herêmê ya Menzîldirêj e ku Rûsya çêdike. Modela yekem S-300 bû. Balafirên taktîk û stratejîk, moşekên balîstîk û hemû hedefên hiporsonîk jî tê de hemû çekên asmanî yên modern dikare ji holê rake.
Di yek carê de dikare 300 hedefan bişopîne û di 3 deqîqeyan de amade dibe. 300 km menzîla wê heye û Hêzên Çekdar ên Rûsan di sala 2007an de bi kar aniye.
Sîstema S-400an ne li gorî sîstema NATOyê ye. (RT/FD)
Fotograf: AA