ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Malpera Axiosê ya amerîkî, 21ê Tebaxê di navbera rayedarên DYAyî û Koreya Başûr de li Seoulê civînek pêk hatiye. Di vê civînê mijara bablîsokan hatiye rojevê.
Jêderên ku ji Axiosê re axivî ne lê nexwestine navên xwe aşkere bikin gotine ku di dema civînê de Serokê DYAyê pêşniyara xwe pêşkêş kiriye.
Li gorî heman jêderan, Trumpî behsa rîsk û rêyên bablîsakan kiriye û wiha gotiye:
“Em çima vê nakin, çima?
“Min fam kir, min fam kir. Em çima bombeyên nukleerî navêjin wan.”
“Li peravên Afrîkayê peyda dibin û ji wir ber bi Atlanticê ve diçin. Heke ku em bombeyekê tam bavêjin çavê bablîsokê dê ve wê belav bike. Çima em vê nakin?”
Trump: Min tiştekî wiha negotiye
Trumpî li gorî saeta Tirkiyeyê di saetên nîvro de tweet avêtiye û gotiye: “Min qet tiştekî wiha negotiye. Tenê hinekî din nûçeyên derew.”
The story by Axios that President Trump wanted to blow up large hurricanes with nuclear weapons prior to reaching shore is ridiculous. I never said this. Just more FAKE NEWS!
— Donald J. Trump (@realDonaldTrump) August 26, 2019
(TP/FD)
* Fotograf: Lazaro Gamio/Axios.