Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, Mevlut Çavuşogluyî diyar kiriye ku ji bo çêkirina herêma ewle divê gelek kar bêne kirin.
Çavuşogluyî gotiye:
“Balafirên me yên bêajovan li herêmê difirin. Bêguman em ê li wan deran noqteyên çavdêrîyê danin. Hêzên leşkerî dê bi hevre biçin dewrîyeyan. Ji van karan mexseda me çêkirina herêmeka ewle ye. Donald Trumpî soza 20 milan daye. Çêkirina herêma ewle ji wan deran derêxistina PKK(Partîya Karkerên Kurdistanê ) û YPGyê( Yekîneyên Parastina Gelî) ye.”
“Em ê nehêlin DYA(Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) me mijûl bike. Di mijara Minbicê de welê hat kirin. Sozên ji me re hatîn dayin, hatin ji bîr kirin.”
“Em bi hemî aktoran re di peywendîyê de ne, em bi Rûsyayê re diaxivin.”
(RT/MB)
Çavkanî: AA