Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Mike Pompeoyî di civîneka bi rojnamegeran re de eşkere kiriye ku çêdibeji bo Tirkiyeyê cezayên zêdetir bêne dayin.
Pompeoyî eşkere kiriye:
“Çêdibe ku em zêdetir cezayan bidin. Heke em bi zelalî biaxivin em naxwazin S-400 ji bo bikarînanê bêne amadekirin.”
Wezîrî eşkere kiriye ku “aktifkirina S-400an ne tişteka welê ye ku bê qebûlkirin.”
Ortagus: Mijareka hessas e
Li ser heman mijarê berdevkê wezareta karên derve ya Amerîkayê, Morgan Ortagusî gotiye:
“Tirkiyeyê li Sûriyeyê ji bo berxwedana li dijî DAIŞê gelek ked daye. Ji bo endamên NATOyê dayina cezayan gaveka ciddî ye. Dema wezîr û serok biryarekê li ser vê mijarê bidin em ê eşkere bikin.”
Graham: Bila zerer li têkiliyên me nebe
Senatorê Komarparêzan, Lindsey Grahamî diyar kiriye ku di vê rêyek bê dîtin ku zerer li têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê nebe.
(TP/MB)