Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Tirkiyeyê sîstema berevaniyê ya bi navê S-400î ji Rûsyayê kirî, DYAyê duh bi şev daxuyaniya ku çav li rê bû daye.
Pentagonê duh li gorî saeta Tirkiyeyê saet di 22.00ê de daxuyaniyek daye çapemeniyê û tê de wiha gotiye: “Em beşdariya programa F35an a Tirkiyeyê didin sekinandin”.
“Biryara me ne surprîz e”
Wezareta Berevaniya DYAyê di daxuyaniya xwe de wiha berdewam kiriye: “Me gelek hewl da ku em vê biryarê bidin. Em gelek xemgîn in ku mijar hatiye vê astê. Lê ev biryara me ya ku em ê Tirkiyeyê ji programa F-35an derxin, ne surprîz e”.
Mala Spî: Êdî ne pêkan e
Mala Spî jî beriya daxuyaniya Pentagonê bi saetekê daxuyaniyek belav kiriye.
Mala Spî di daxuyaniyê de diyar kiriye û gotiye: “Mixabin ji ber biryara kirîna sîstema berevaniyê ya hewayî ya bi navê S-400î ji Rûsyayê, wê êdî Tirkiye nekaribe beşdarî programa F-35an bibe”. (PT/FD)